Serkirdeyekî mezin ê Hemasê li Beyrûtê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Polîtburoya Tevgera Hamasê, Salih El-Arorî îro di êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Beyrûtê de hat kuştin.

Tevgera Hemasê îro 2ê Çileya 2024an ragihand, di êrîşa Îsraîlê de El-Arorî û du rêberên din ên Ketîbeyên El-Qessam di êrîşa li ser Beyrûtê de hatin kuştin.

Medyaya Lubnanî ragihand, îro ji encama êrîşa droneke Îsraîlê li ser taxa Başûr a Beyrûtê, asêgeha Hizbullahê de, teqîneke mezin rû da û tê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê jî ragihand, droneke Îsraîlê ofîsa tevgera Hemasê li taxa Başûr a Beyrûtê ku asêgeha Hizbullahê ye bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî got: “Teqîna li taxa başûr a Beyrûtê, tawaneke Îsraîlê ye ku armanc dike Lubnanê bixe qonaxeke nû.”

Salih El-Arorî
Salih El-Arorî