3 çekdar û berpirsekî Hizbullaha Lubnanî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hizbullaha Lubnanî dibêje, 4 çekdarên wê ku yek ji wan berpirs e, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hatin kuştin.

Hizbullah di daxuyaniyekê de ragihand, 4 çekdarên wê, di êrîşeke asmanî ya Israîlî de li ser malekê li bajarokê Naqura li başûrê Lubnanê hatin kuştin ku di nav wan de berpirs e û bi navê Huseyin Yezbek e.

Di daxuyaniyê de diyar kir jî, çekdarên din ên di êrîşê de hatin kuştin jî bi navên Îbrahîm Afîf, Hadî Elî Reza û Husên Elî Mihemed Xezale ne.

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, piştî destpêkirina şer û pevçûnan di navbera Îsraîl û Hemasê de, careke din germ bû, ku çend caran hevdu li ser sînorê Lubnanê bombebaran kirine.

Piştî ku Îsraîlê roja 2ê vê mehê Cîgirê Serokê Polîtburoya Hamasê Salih Arorî li Lubnanê kir armanc, Karbidestekî Îsraîlî ji Reutersê re got, ew ji bo şerkirina bi Hizbullaha Libnanî re li eniya bakur amade ne.

Hizbullaha Lubnanî jî dibêje, kuştina Cîgirê Serokê Polîtburoya Hamasê Salih Arorî ji aliyê Îsraîlê ve bê bersiv û ceza namîne.