Bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat moşkebarankirin

Dîmenê êrîşekê li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê li Îraqê / erşîf
Dîmenê êrîşekê li ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê li Îraqê / erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê eşkere kir, bi rêya çend moşekan êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê ya girêdayî hêzên Amerîkayê li parêzgeha Enbarê hat kirin.

Herwesa bereyê Bergiriya Îslamî berpirsyariya xwe li ser moşkebarankirina bingeha Eyn Esedê ragehand.

Heta niha zirarên canî û madî yên êrîşa moşekî ya li ser bingeha Eyn Esedê nehatine zanîn.

Ev di demekê de ye ku doh (Pêncşem, 4ê Çileya 2024ê) bi tometa pilandananê ji bo êrîşkirina li ser bingehên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê, Amerîkayê êrîşî bingeheka koma Nucebayê ya girêdayî Heşda Şeibî li Bexdayê kir û di encamê de serkirdeyekê wê komê û çekdarek kuştin.

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê û girêdayî mana Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye, ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve tê serperiştîkirin.

Pêştir jî çend caran bi rêya moşek û dronan êrîşî wê bingeha serbazî hatiye kirin.