Îran.. çend bergomanên teqînên bajarê Kirmanê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Îranê ragehand, çend bergomanên teqînên bajarê Kirmanê hatine girtin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî ragehand, çend seredav li ser teqîna bajarê Kirmanê bi dest hêzên ewlehiyê yên welatê wî keftine û çend bergoman jî hatine girtin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê amaje da wê yekê jî ku, Îran wan teroristan siza dide yên ku ji aliyê Hikûmeta Israîlê ve tên piştevanîkirin.

Berî nîvroya roja Çarşemê, 3ê Çileya 2024ê, du teqînên yek li dû yekê li nêzî gora Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê yên Îranê çê bûn. Berpirsên Îranê ragehand, “Ew êrîş teroristî bûn, teroristekî du bombe kirine di çanteyekî de û di wê merasîmê de teqandine”.

Doh (Pêncşem, 5ê Çileya 2024ê) ajansa Mîzanê ya Îranî ji çend rûpelên nêzî rêkxistina DAIŞê veguhast ku DAIŞê berpirsyariya xwe li ser her du teqînên parêzgeha Kirmanê li başûrê rojhilatê Îranê ragehandiye.

Wê ajansa Îranî behsa wê yekê jî kiriye, tevî ku rûpelên nêzî DAIŞê berpirsyariya wan teqînan xistiye pal rêkxistina DAIŞê, lê heta niha wê rêkxistinê bi xwe çi ragehandinên fermî parve nekirine.

Do (Pêncşem, 5ê Çileya 2024ê), ajansa Tesnîmê ya Îranî li ser zarê Serokê Hawarhatinê yê bajarê Kirmanê ragehand, “Ji ber du teqînên doh yên di merasîma bîranîna kuştina Qasim Silêmanî de, 95 kes hatine kuştin û bi kêmî ve 284 kes jî birîndar bûne”.