Li Xezzeyê 2 rojnamevan di êrîşeke asmanî de hatin kuştin

Wêne: Hemze ligel bavê xwe Waîl Dehdûh
Wêne: Hemze ligel bavê xwe Waîl Dehdûh

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li ser başûrê Kertê Xezzeyê de, 2 rojnamevan hatin kuştin û ji destpêka şer û vir ve hejmara rojnamevanên hatine kuştin gihîşt 107 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Yekşemê di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de li ser bajarê Refehê yê li başûrê Kerta Xezzeyê de, 2 rojnamevan hatin kuştin.

Da zanîn jî, yek ji wan hevkarê “AFP” bû, yê din jî kurê peyamnêrê “Al Jazeera” Wael Dehdûh bûm ku ew jî meha borî di teqînekê de birîndar bûbû.

Wezaretê diyar kir ku Mustafa Sureya û Hemze Waîl Dehdûh li herêma Mîrac a Refehê di otomobîla xwe de hatin kuştin.

Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê, ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Kerta Xezzeyê, 107 rojnamevan hatine kuştin.

Îro sê meh di ser şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de derbas dibin. Li gor amaran jî; Li Îsraîl û Xezzeyê hejmara kuştiyan 23 hezar û 800 kes derbas kir û bi deh hezaran jî birîndar bûne.