Sê meh bi ser şerê Israîl û Hemasê re derbaz bûn, nêzî 24 hezar kesan hatin kuştin

Xezze
Xezze

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro sê meh bi ser şerê Israîl û Hemasê re derbaz dibin. Li gor amaran, hejmara kuştiyan li Israîl û Xezzeyê ji 23 hezar û 800 kesan derbaz bûye, bi dehan hezar kes jî birîndar bûne.

Îro durist sê meh bi ser şerê Israîl û Hemasê re derbaz dibin. Şer berdewam e û armanca Israîlê ew e ku Hemasê li Xezzeyê bidawî bîne.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari ragehand, ji destpêka şerî were 8 hezar çekdarên Hemasê hatine kuştin, herwesa got ku armanca wan ew e li naverast û başûrên Xezzeyê jî Hemasê bidawî bîne.

Hagari got, “Bi rengekê giştî ji destpêka şerî were li bakurê Xezzeyê, me nêzî 8 hezar teroristan kuştin û nêzî 30 hezar çekan jî blindest kirin. Me li bakurê Xezzeyê dawî bi çalakiyên xwe yên serbazî aniye û niha jî bala me li ser naverast û başûrên Xezzeyê ye”.

Di van her sê mehan de çend rûdanên giring li Xezzeyê û deverê çê bûn û bandora wan li ser tevaya deverê û cîhanê jî hebû.

Li roja 7ê Cotmeha 2023ê, çekdarên Hemasê ji asman, derya û bejahiyê êrîş kir ser çend deverên Israîlê. Li roja 9ê Cotmeha 2023ê, artêşa Israîlê Xezze bi temamî dorpêç kir, ji bo destpêkirina operasiyona bejahiyê li ser Xezzeyê.