Bozyel: Îran nimûneya Herêma Kurdistanê ji bo xwe wek metirsiyekê dibîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel êrîşa hovane ya Îranê bi tundî şermezar kir û got: “Îran nimûneya Herêma Kurdistanê ji bo xwe wek metirsiyekê dibîne.”

Bozyel ji K24ê re got: “Vê êrîşa li ser Hewlêrê, rûyê reş ê Îranê yê li dijî mirovahiyê û li dijî pêkanîna aştiyê ye nîşanî cîhanê da û siyaseta dualî ya Îranê ji cîhanê re eşkere kir.”

Herwiha got: "Îranê bi bihaneya hebûna baregeha Mossadê êrîşî mala sermayedarekî kir û sivîlên bêguneh şehîd kirin. Ez êrîşa hovane ya Îranê bi tundî şermezar dikim.”

Serokê PSKê got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê Kurd li çar aliyên cîhanê xwepêşandanan li dar xistin û êrîşa Îranê şermezar kirin. Gelê Kurd îspat kir ku bi mûşekên Îranê nayê şikandin parçekirin.”

Tekez kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê mînakeke herî baş a pêkvejiyanê, aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn nîşan daye. Li Herêma Kurdistanê jin azad in, partî azad in û pêkhateyên olî û netewî di nava azadiyê de dijîn. Ev jî ji Îranê re tirseke mezin e, ji berê wê êrîşî Herêma Kurdistanê dikin.”

Bozyel got jî: “Herêma Kurdistanê roj bi roj bi pêş ve diçe û ava dibe. Bi hezaran Iraqî ji navçeyên xwe direvin û berê xwe didin li Herêma Kurditanê dijîn. Nûrnetiyên bi dehan welatan li Herêma Kurdistanê. Gelek kes ji welatên din jî tên li Herêma Kurdistanê bicih dibin, ji ber kû aramî û ewlehî lê heye. Îran nimûneya Herêma Kurdistanê ji bo xwe wek metirsiyekê dibîne.”