Bawer Kantaci: Em li gorî rêgezên mîrateyên dîrokî sûrên Diyarbekirê nû dikin

Diyarbekir (K24) – Sûrên Diyarbekirê ku wekî sûrên herî dirêj ên duyemîn ên cîhanê hatine qeydkirin û di lîsteya mîrateyên cîhanî yên UNESCOyê de cih digirin, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tên nûkirin. Avahîsaz di van xebatan de balê dikişînin ser proseyên yasayî ku ew neçar in li gorî rêgezên mîrateyên dîrokî sûran nû bikin. Berpirsên qada geştiyariyê yên Diyarbekirê jî ji bo danasîna sûran, daxwaza projeyên nû dikin.

Sûrên Diyarbekirê, ji serdema Romayê heta niha di gelek serdeman de ji aliyê rêveberiyên herêmî ve di qonaxa nûkirinê re derbas bûne. Serokatiya Avanî û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî ev 3 sal in di nav xebatên nûkirina cihên rûxandî yên sûran de xebatan dimeşînin. Di nav sûrên Diyarbekirê de 82 birc hene û ji destpêkirina xebatan heta niha 11 birc û 950 dîwarên ku van bircan digihînin hev, hatine nûkirin. Avahîsazên ku di nav karê nûkirina sûran de dixebitin, rexne û îdiayên ku sûr li gorî reseniya xwe nayên çêkirin, bi vî awayî bersivandin:

Avahîsazê Beşa 5em a Sûrên Diyarbekirê Bawer Kantaci ji K24ê re got: “Niha di mijara kevirên nêr û mê de pirsgirêka peydakirina kevirên mê heye. Ji ber ku kevirên mê peyda nabin, em kevirên nêr bi kar tînin. Ji ber ku di navbera herdu keviran de ferqa reng heye, xelk dibêje qey li gorî reseniyê nayê çêkirin. Ev sûr, ji kevirên bazalt hatine çêkirin û em jî kevirên bazalt bi kar tînin. Sûrên Diyarbekirê di bin parastina UNESCOyê de ne û em neçar in li gorî reseniya wê nû bikin. Lewra ji aliyê kê ve li ser sûran xebat hatibe kirin, hemû bi dîmen û belgeyan tên qeydkirin.”

Sûrên Diyarbekirê, di salên 345an de ji aliyê Împaratoriya Romayê ve hatine çêkirin. Dirêjahiya sûran 5 hezar û 200 metir e û bilindahî jî digihîje 12 metiran. Sûrên Diyarbekirê, bi van taybetiyên xwe piştî sûrên Çînê, sûrên herî dirêj ên cîhanê ne. Sûrên ku di sala 2015an de derbasî lîsteya mîrateyên cîhanî ya UNESCOyê bûn, bala geştiyaran jî dikişînin û her sal bi sed hezaran kes ji bo dîtina sûran, serdana Diyarbekirê dikin. Rêveberên Qada geştiyariyê yên Diyarbekirê jî dixwazin ku danasîna sûran, bi projeyên mezintir bê kirin.

Serokê Komeleya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal dibêje: “Helbet, nûkirina sûrên bêhempa yên Diyarbekirê, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Lê divê em vê xebatê ji bo qada xwe ya geştiyariyê baş bi kar bînin. Gelek rêyên bikaranîna sûran hene. Em dixwazin ku her birceke sûran, bibe nûnertiya welatekî da ku geştiyarên biyanî tiştekî aîdê xwe li Diyarbekirê bibînin. Ango em dixwazin di navbera me û geştiyaran de pêwendî hebin. Heger wisa nebe, dê demeke bi şûn ve kelecana nûkirina sûran jî bi dawî bibe.”

Di nav sûrên Diyarbekirê de 4 dergehên mezin hene. Heta sedsala 19an, ev dergeh bi berbangê re hatine vekirin û piştî roj çûye ava hatine girtin. Diyarbekira ku wekî dergûşa şaristaniyan tê naskirin, bi sedan salan bi van sûran hatiye parastin.