Çavdêrên siyasî: Hindek alî desttêwerdanê di biryarên Dadgeha Federalî de dikin

Dadgeha Federalî ya Îraqê
Dadgeha Federalî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federalî li ser derxistina biryara dawiyê ji bo qanûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê serkeftî nebû. Şareza jî sedema wê yekê ji bo sepandina xwast û hejmona hindek aliyên siyasî li ser biryara wê dagehê û desttêwerdanên di karûbarên wê de vedigerînin.

Roja Yekşemê, 4.2.2024, rûniştina nehê ya Dadgeha Federalî ji bo biryardana li ser qanûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê û kursiyên kutayan ji bo roja 11.2.2024 hat paşxistin. Hejmareka çavdêr û siyasetvanan jî sedema paşxistina wê wekî siyaset dibînin.

Rojnamevan Mistefa Ekrem dibêje, “Paşxistina biryardanê li ser wê qanûnê ji demekê bo demeka dî dê rengevdanan li ser dîmenê siyasî yê Herêma Kurdistanê çê bike û dê rengvedaneka nerênî li ser rolê hêzên Kurdî li Civata Nûneran jî hebe”.

Şarezayên qanûnê dîtineka cudatir heye, wesa diyar dibe ku sedema çend caran paşxistina vê biryardanê hindî siyasî be hind qanûnî nebe, tevî bizavên dadgehê ji bo lihevkirinekê ku hemî aliyên Herêma Kurdistanê li ser razî bin.

Şarezayê qanûnê û siyasetê Ebdulrehman Elcenhem dibêje, “Dadgeha Federalî wekî her dadgeheka dî ye, ji ber ku li dû qanûna rêkarên medenî ya hejmar 83 ya sala 1969ê kar dike, mimkin e pêdivîtî bi belgenameyeka diyarkirî hebe, herwesa mimkin e pêdiviya wê daxwaziyê bi sererastkirina kesên dî çê bibe, ji bo ku qanûna girêdayî Herêma Kurdistanê û mekanîzmeka cudatir hebe”.

Careka dî givaştinên siyasî li ser Dadgeha Federalî tên kirin û derbazkirina qanûna hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê di demekê de tên têkdan ku çavdêr giring dibînin ew dadgeh ji bin wan givaştinan derbikeve û bi qanûnê kar bike ne ku bi xwasteka siyasetvanan.