Îraq û Holanda danûstandinan li ser destdirêjiyên Amerîka û Îranê li ser Îraqê dikin

Fuad Hisên û Hanke Bruins Slot
Fuad Hisên û Hanke Bruins Slot

Navenda Nûçeyan (K24) – Weîzrê Derve yê Îraqê dibêje ku bi Wezîra Derve yê Holandayê re danûstandin li ser destdirêjiyên Amerîka û Îranê yên li ser Îraqê kirine. Herwesa amajeyê dide, Serokwezîrê Îraqê li paşerojeka nêzîk dê serdana Holandayê bike.

Wezîra Derve ya Holandayê Hanke Bruins Slot sibeha îro (Sêşem, 6.2.2024) gehişt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Fuad Hisên ve pêşwazî lê hat kirin, paşî her du aliyan konfiranseka rojnamevanî ya hevpar saz kir.

Wezîrê Derve yê Îraqê got, “Peywendiyên dualî yên Îraq û Holandayê dîrokî ne, peywendiyên me yên diplomatî ji bo sala 1929ê vedigerin. Herwesa peywendiyên bazirganî û aborî yên navbera her du welatan jî her ji bo wê demê vedigerin, yanî peywendiyên me ji bo berî sedsalekê vedigerin”.

Fuad Hisên di pareka wê civînê de got, “Me behsa destdirêjiyên Amerîka û Îranê yên li ser axa Îraqê kir. Me spasiya Hikûmeta Holandayê jî kir ku helwesteka ron li beranberî wan destdirêjiyan hebû”.

Navbirî herwesa got, “Me di civîna xwe de danûstandin li ser çend mijaran kirin, wekî çawaniya pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan di hemî waran de û xasma di warê aborî de”.

Wezîrê Derve yê Îraqê di pareka gotinên xwe de amaje da, “Me behsa peywendiyên ewlehî û serbazî yên navbera Bexda û Emistirdamê de kir. Holandayê wekî pareka Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê rolekê bibandor di şkandina DAIŞê û arîkariya Îraqê de hebû”.