Seroka Fraksiyona PDKê: Pêwîstiya Iraqê bi şiyanên leşkerî yên hêzên Hevpeymanan heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî radigihîne: “Heta niha pêwîstiya Iraq bi şiyanên serbazî û hewalgirî yên Hevpeymaniya Navdwewletî heye, ji ber ku DAIŞ hîn metirsî li ser wî welatî ye.”

Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, civîna îro ya Parlamentoya Iraqê tenê ji bo gotûbêjkirina binpêkirina serweriya Iraqê ye, ne diyar e ku biryarek tê dê were dayîn yan na.

Bi gotina Viyan Sebrî: “Hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatine û eger biryara vekişînê hat dayîn, divê hikûmeta federal vê yekê cibicî bike û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê jî piştevaniya wê bike.”

Seroka Fraksiyona PDKê diyar kir: “Heta niha jî pêwîstiya Iraq bi şiyanên leşkerî û istixbaratî yên hêzên hevpeymanan heye. Dibe ku vekişîna hêzên hevpeymanan ji Iraqê careke din rewşa welat aloz bike.”

Herwiha got: “Iraq ji aliyê ewlehiyê ve, ewlehî nedîtiye û DAIŞ hîn jî metirsî ye li ser ewlehiya welat. Iraq niha di rewşeke ewlekarî ya ne cîgir re derbas dibe.”

Viyan Sebrî tekez kir jî: “Divê berî biryara derkirina hêzên hevpaymanan, berjewendiyên Iraqê were berçavgirtin, ji ber ku dibe ku ev biryar di warê aborî de jî, zirarê bigihîne Iraqê.”

Biryar e îro 10ê Sibatê Parlementoya Iraqê li ser “êrîş û binpêkirina serweriya Iraqê” bicive. Tê çaverêkirin ku fraksyonên Kurdistanî û hinek aliyên Sunne civînê boykot bikin.

Her çend dê di civînê de li ser binpêkirina serweriya Iraqê gotûbêj were kirin, lê tê çaverêkirin parlamento deng li ser derkirina hêzên biyanî bi taybet Amerîka ji Iraqê bidin.