Parlamentarekî PDKê: Parlamentoya Iraqê desthilata wê ya derkirina hêzên hevpeymanan nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî dibêje, Parlamentoya Iraqê desthilata wê ya derkirina hêzên hevpeymanan nîne û ev erkê hikûmeta federal e. Tekez kir jî, hîn jî pêwêstiya Iraq bi hevpeymanan heye û derxistina wan “karekî çewt e”.

Sîpan Şêrwanî îro 11ê Sibatê ji K24ê re ragihand, “mijara bidawîkirina erkê hevpeymanan, karê hikûmeta federal e, ne parlamentoyê ye. Li gorî xala 8 a destûrê, desthilata Encûmena Wezîran heye ku peymanên navdewletî pêk bîne, ne parlamento. Ji ber wê jî parlamento nikare biryara bidawîkirina erkê hevpeymanan bide û ne xwediyê wê desthilatê ye.”

Li gorî Şêrwanî, bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê “karekî ne hêsan e” û ne pêkan e ku di demeke nêzîk de ji Iraqê derkevin.

Her wiha got: “Piraniya aliyên siyasî di wê baweriyê de ne ku Iraq hîn jî pêwîstiya xwe bi şiyanên leşkerî û istixbaratî yên hevpeymanan bi taybet Amerîka heye, lewra dikarin di paşerojê de şêwazên karkirina wan bên guhertin.”

Endamê Fraksiyona PDKê bidawîhatina erkê hevpeymaniyê bi karekî şaş dibîne û di wê baweriyê de ye ku dê bandoreke nerênî li ser asayîş û aramiya Iraqê û pêgeha wê ya siyasî û aborî ya navdewletî bike.

Herwiha amaje bi wê jî kir: “DAIŞ hîn jî metirsî ye li ser ewlekariya Iraqê, lewra pêwîstiya vî welatî bi hevalbendan heye ku rê li vejandina DAIŞê bigire.”

E yek di demekê de ye, Parlamentoya Iraqê duhî Şemiyê li ser binpêkirina serweriya Iraqê civiyabû. Piştî civînê; Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji hikûmeta federal kir ku yasaya hejmar 18 a sala 2020ê cîbicî bike, bo bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navdewletê û vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê.