Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Berpirsê Darayî û Îdarî yê DAIŞê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê aşkere kir, xebatên istixbaratî yên Ajansa Dijeterorê ji bo hilweşandin û jinavbirina bermahiyên torên DAIŞê û têkbirina planên wan ên terorîstî berdewam in.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê îro 13.02.2024an ragihand, hêzên wan karîn berpirsê darayî û îdarî yê DAIŞê desteser bikin.

Da zanîn jî, ew berpirsê darayî û îdarî yê DAIŞê bi belgeyên sexte derbasî Iraqê bûbû, da ku dîsa dest bi çalakiyên xwe yên terorîstî bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hewldanên istixbaratî yên Fermandariya Operasyonên Hevbeş berdewam in ji bo pûçkirin û wêrankirina bermahiyên torên DAIŞê û pûçkirina planên wan ên terorîst ji bo dabînkirina ewlekarî û aramiya mayînde li Iraqê.”