Koroya Şaristaniyan a Antakyayê li Diyarbekirê konsert saz kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Koroya Şaristaniyan a Antakyayê ku di sala 2007an de hat avakirin û ji hemû ol û mezhebên Tirkiyeyê pêk tê, piştî erdhejên 6ê Sibatê hewil dide ku bi konsertan vegere ser rewşa xwe ya berê. Koroya ku Kurdî jî di nav de bi 14 zimanan stranan dibêje, li Diyarbekirê jî konsertek da û konserta wan, rastî eleqeyeke baş hat.

Koroya Şaristaniyan a Antakyayê ku 16 sal in hatiye avakirin, di bin 3 olên semawî de Kurdî jî di nav de bi 14 zimanan stranan dibêje. Di erdhejên 6ê sibatê de 7 endamên vê koroyê jî canên xwe ji dest dabûn û niha jî armanca rêveberên koroyê ew e ku bi konsertan bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser bandorên erdhejan.

Şefê Koroyê Yilmaz Ozfirat ji K24ê re got: “Em bi giştî 200 kes bûn lê mixabin ji ber erdhejan em 193 kes mane. Îro me li gelek deverên cîhanê, ji 2500î zêdetir konsert dane. Me li Amerîkayê, li Parlamentoya Ewropayê, li Swêdê, li Yunanîstanê, li Qûdisê û gelek deverên cîhan û Tirkiyeyê konsert dane. Me xwest ku em çanda jiyana bi hev re nîşanî her kesî bidin. Dema melayek, keşeyek û hahamek di vê koroyê de bi hev re stranan dibêjin, ev ji bo mirovan ecêb tê dîtin lê divê ev çand were rûniştin.”

Koroya Şaristaniyan a Antakyayê, piştî avakirina xwe bû komele û xebatên xwe bi awayê fermî berdewam dike. Piraniya endamên koroya ku ji avabûna xwe heta niha bûne mînaka jiyana hevpar, hîn jî di bin konan de dijîn û hewil didin bi van konsertan hem moralê bidin xwe hem jî birînên Hatayê derman bikin.

Endama Xirîstiyan a Koroyê Nûran Fîreîçolu dibêje: “Em di koroyê de cudakariyê nakin. Xirîstiyan, Elewî, Yahûdî, Misilman; em hemû bi hev re li Antakyayê di nav yekîtiyê de dijiyan. Di erdhehan de wendahiya me mezin bû, me bajarekî wenda kir. Her yek ji me herî kêm 2 xizmên xwe wenda kirin, em gelek xemgîn in. Diyarbekirê jî wekî herêmeke erdhejê em vexwendin, ji ber vê jî em gelek kêfxweş bûn.”

Armanca Koroya Şaristaniyan a Antakyayê ew e ku bi rêbaza xwe bibin pira navbera çandên cuda. Niha jî hewil didin ku bi deng û awazên xwe pêşdarazên li dijî ol û mezheban werin şikandin.