Li Zaxoyê ji bo cara yekê mûzexaneyek tê vekirin

Mûzexaneya Zaxoyê
Mûzexaneya Zaxoyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo cara yekê mûzexaneyek li Zaxoyê tê vekirin, tê de şûnwarên dêrîn û balkêş tên berçavkirin.

Ji bo cara yekê mûzexaneyek li Zaxoyê hat vekirin. Di wê mûzexaneyê de şûnwarên dêrîn û balkêş hatine berçavkirin, ku dîroka hin ji wan ji bo berî deh heta heft hezar salan berî Zayînê vedigere.

Berên Opsîdin yek ji wan şûwarên dêrîn in ên ku li wê mûzexaneyê hatine berçavkirin, ku di çerxên kevin de ji bo karên birînê dihatin bikaranîn.

Ev mûzexane li dû baştirîn standardên cîhanî hatiye avakirin û berhevkirin û dê şûnwar û kelepûrê devera Zaxoyê, ku bi dehan salan e di bin metirsiyê de ye, biparêze.

Birêveberê Şûnwaran û Kelepûrî yê Zaxoyê Mihemed Ehmed ji aliyê xwe ve got, “Nebûna mûzexaneyekê gelek nexweş bû, ev parçeyên şûnwarî hemî di embaran ve bûn, di kartûnan de bûn, çi kesekî nedidît ka me çi şûnwar û tiştên giring li bajarê Zaxoyê hene”.

Navirî ron jî kir, ”Niha me 300 parçeyên şûnwarî û kelepûrî di vê mûzexaneyê de berçav kirine. Kevintirîn parçeya şûnwarî jî di vê mûzexaneyê de berên Opsîdin in, ku berekê reş e û li çerxê berdînî yê navincî ji bo birînê dihat bikaranîn”.

Parastina şûnwaran û kelepûrî li Herêma Kurdistanê bi awayekê giştî û lêkolînên zanistî di vî warî de û geştyarîkirina wan pêşveçûnên baş dîtine, nexasim piştî edilandina qanûna hejmar 5 a şûnwarî ku giringiyeka berçavtir ji aliyê hikûmetê ve bi vî biyavî tê dan.

Şarezayê Şûnwaran Bêkes Birîfkanî jî di vî warî de got, “Li ser qanûna şûnwaran, bi dilxweşî ve Perlemana Kurdistanê karî qanûna hejmar 5 li sala 2021ê biedilîne, ku guhertin li ser gelek bendên wê hatin kirin û bû sedema wê yekê ku şûnwar zêdetir bên parastin”.

Navbirî amaje jî da, “Herwesa pareka dî jî li vê qanûnê hat zêdekirin. Berî niha tenê şûnwar bûn, niha kelepûr jî hat zêdekirin”.

Zêdetirî 140 cihên şûnwarî û bi dehan cihên kelepûrî yên mîna Sûka Tarî li Zaxoyê hene, ku ji nemanê hatine parastin û bûne cihên geştyarî.

Ev bi dehan sal bûn ku şûnwar û kelepûrê vê deverê wekî samanekê niştîmanî di bin metirsiya nemanê de bûn, êdî ji bilî ku bi rêya avakirina vê mûzexaneyê tên parastin, di eynî demê de tên geştyarîkirin kirin jî.