Dengbêj Berken Zêr banga xwedîlêderketina li zimanê kurdî dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Dengbêjekî 21 salî yê ji Bakurê Kurdistanê, bang li kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dengbêjê ciwan di 21ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî de balê dikêşe ku êdî divê hemû kurd bi awayekî ciddî helwestek bibandor  bo zimanê kurdî nîşan bidin.

Di 21ê sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanî de cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kir û berê xwe da ser bircên dîrokî yên sûra Diyarbekirê û strana şirîn û xweş e zimanê kurdî got. Dengbêj Berken Zêr gellekî xemgîn e k udi jiyana rojane de li Diyarbekirê bikaranîna zimanê kurdî kêm dibe û vê yekê ji xwe re dike xem û bang li raya giştî ya kurdan dike xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dengbêjê ciwan amaje dike ku ziman xwedî giringiyeke teybet e û divê heu civak têbigihe ku kêmbuna bikaranîna zimanê kurdî xetereyek mezin derdixe holê.

Dengbêj Berken Zêr ji K24ê re got: “Dibe ku rengê çavên me, porê me wejhev be lê tişta ku me ji neteweyên din cuda dike zimanê me ye. Ji ber wê yekê jî xwedîlêderketına ziman gelek gırîng e. Ziman hêmaneke bingehîn a neteweyan e û divê em giringiyê bidin zimanê xwe.”

Dengbêj Berken Zêr dide zanîn ku ew dixwaze bo nifşên nû bide nîşan dengbêjî di hevîrê kurdan de heye ku ne tenê kare temenmezinan e ku ew jî di sala 2002yê de li Gimgima Mûşê hatiye dine û dibêje bila bê zanîn ku di sedsala 21. de hîn jî ji nava kurdan dengbêj derdikevin û amaje dike ku xwedîlêderketina çanda dengbêjiyê di heman demê de xwedîlêderketina ziman e jî.

Dengbêj Berken Zêr dibêje: “Dengbêjê ne tenê kare kala ye, dengbêjî di heman demê de dikare bibe kare xortan jî. Ez bang li nifşên nu dikim ku bila giringiyê bidin zimanê xwe. Min 14 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û şakiro, tahiro, zahiro bandor li dengbêjiya min kirine.”

Dengbêjî, çand û dîrok, hêmanên bingehîn ên neteweyî ne lê ji bo vegotina van hêmanan pêdivî bi zimanê kurdî heye.