Belçîka.. hunermendekê Kurd bi rêya tabloyên xwe navdar dibe

Hunermend Rehîmo
Hunermend Rehîmo

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendekê Kurd ê şêwekarî bi arîkariya rêkxistinekê pêşangehekê ji bo karên xwe yên hunerî li Belçîkayê vedike û bi wê rêyê navdariyeka zêde ji bo karên xwe peyda dike.

Hunermendê Kurd Rehîmo li bajarê Hêrintî yê Belçîkayê bi arîkariya rêkxistina Hêvîyê pêşangeheka hunerî ya tabloyan vekir.

Hunermend Rehîmo ji K24ê re got, “Armanca min ji vî karî ew e ku xweşiktî û azarên gelê Kurd bi rêya tabloyên xwe ji bo cîhanê bidim nasandin”.

Rehîmo li sala 1962ê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê hatiye ser dinyayê û ji sala 1991ê ve li Belçîkayê dijî, berhemên wî li gelek welatên Ewropayî û Erebî hatine nîşandan û pêşangeh jê re hatine vekirin.

Wî hunermendê Kurd karî di dema borî de bibe xwediyê xelatê duyem baştirîn hunermendê penaber li Belçîkayê.