Romaneka Jan Dost li Londonê wekî baştirîn roman hat hilbijartin

Jan Dost
Jan Dost

Navenda Nûçeyan (K24) - Romana Rêya Ewle ya Jan Dost ji wergêrana Marline Bos xelatê wergêranê werdigire ku ji aliyê dezgeha Beyt Elxaşamê ya Umanê û wergêrana Dar Erebî li Londonê ve hatibû rêkxistin.

Jan Dost ku romannivîs û nivîserekê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye di dema wergirtina wî xelatî de got, “Wekî hevalê xwe yê helbestvan Yasir Seîdî, ez wê xelatê bi Marline Bos a wergêr re hevpar dikim”.

Navbirî herwesa got, “Min romana xwe bi navê Rêya Ewle li ser zarokên şerî nivîsî, ew rêya ku ji bo gelê min li Sûriyeyê ewle nîne. Herwesa min romana xwe li ser Efrînê nivîsî, ku bajarekê Kurdî ye û niha hatiye dagirkirin, çekdar bi navê dînî û azadkirina axê hatine, lê dagir kiriye, herwesa malbatên wan wêran kirine, heta niha jî berdewam xelkê wê bê mal û hal kirine”.

Jan Dost yek ji nivîser û helbestvan û romannivîsên navdar ên Kurd e, li sala 1965ê li Kobaniyê hatiye ser dinyayê û ji sala 2000ê ve li Almanyayê dijî. Jan li zanîngeha Helebê xwandiye, piraniya romanên xwe bi zimanê Erebî nivîsîne û paştir ji bo Kurmancî û Soraniyê hatine wergêran.