Pêşangehek ji bo behremendên Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêşangeheke taybet ji bo xwendekarên Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê li geleriya Medyayê tê vekirin.

Serokê Pişka Şêwekarî ya Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê Rêbaz Yûsif îro (Sêşem, 27.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Her sal di çarçoveya çalakiyên peymangehê de, em pêşangeheke hevpar ji bo xwendekarên behremend vedikin, ku şiyan û dahênanên xwe nîşanî mêvanan didin”.

Rêbaz Yûsif herwesa got, “Di vê pêşangeha hevpar de, zêdetirî 40 tabloyên rengîn ên zeytî û sîramîkî hatine berçavkirin, ku rola kesatiyên rewşenbîrî yên Kurd û xweza û kopîtkên çiyayan Kurdisatnê berçav dikin”.

Navbirî herwesa amaje da, “Hejmareka xwendekaran di tabloyên xwe de li ser rolê jinên Kurd kar kiriye, ku mil bi milê mêran di tevaya meydanên jiyanê de xebat kiriye”.