Amerîkayê hejmareke dronên Hûsiyan li Deryaya Sor xist xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM radigehîne, “Balafireke Amerîkayî û keştiyeke Hevpeymanan pênc dronên Hûsiyan li Deryaya Sor xistine xwarê”.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM îro (Çarşem, 28.02.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehandiye, “Balafireke Amerîkayî û keştiyeke Hevpeymanan pênc dronên Hûsiyan li Deryaya Sor xistine xwarê”.

CENTCOMê amaje daye wê yekê jî ku, “Ew dron ji deverên li bin kontirola Hûsiyên Yemenê hatibûn şandin”.

Herwesa Duşema borî jî, Fermandeyê Keştiya Pêncê ya Amerîkayê George Wikoff ji Al-Monitorê re ragehandibû ku, êrîşên asmanî yên serkirdetiya Amerîkayê yên li ser Hûsiyan li Yemenê ku zêdetirî mehekê ye berdewam in nekariye rêyê li wan bigirin, û hêvî kir ku bi bizavên diplomatî êrîşên li ser keştiyan li Deryaya Sor û Deryaya Erebî rabiwestînin.

Wikoff herwesa amaje daye, “Mistehîl e em bibêjin ku em di lawazkirina şiyanên Hûsiyan de serkeftî bûne, lê bi piştrastî ve em di serkeftî bûn ku wan awayê xwe yê karkirinê guhertiye”.