Şêwekar Rojîn Hac Husên pêşangekehe tabloyan li Hewlêr vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekara Kurd a Rojavayê Kurdistanê Rojîn Hac Husên îro li Hewlêrê tablyonê xwe di pêşangehekê de pêşan dan.

Şêwekar Rojîn Hac Husên derbarê pêşangeha xwe de ji K24ê re got: “Ez ji dema 2 salan ve li ser vê pêşangehê kar dikim. Min 45 talbo amade kirine, naveroka tabloyan cuda ne û her tabloyek tiştekî bercest dikin.”

Diyar kir jî: “Tabloyên min zêdetir hizrî ne, tabloyên bi şêweyên Razber, derbir, siryalî hatine çêkirin. Herdem dixwazim tiştekî ji wergir re bihêlim ku bi xwe çawa dikare ji rihê wê ve nêzîk bibe. Ez dixwazin giyanê mirov û tiştan di tabloyan de, bi deng û reng bibin.”

Herwiha got: “Ez spasiya organîzatorên vê pêşangeha taybet dikim, ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku Hewlêrê tabloyên min hembêz kirin û min kariye wan li paytextê pêşangehekê vekim. Ez hêvî dikim ku pêşangehên xwe li bajar û bajarokên din jî vekim.”

Rojîn Hac Husên şêwekareke Kurd a rojavayê Kurdistanê ye, ji çend salan ve li Hewlêrê dimîne û pêştir beşdarî çendîn pêşangehên hevbeş û taybet bûye.