Diya Şiyar yekem pirtûka xwe ya helbestan çap kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, Diya Şiyar, piştî demeke dirêj yekem pirtûka xwe ya helbestan bi zimanê Kurdî çap kir.
Pirtûka “Hestê Diyaka Kurd”, berhema yekem a nivîskar Diyar Şiyar e û ji aliyê Weşanxaneya Bedirxan a bajarê Dihokê ve hatiye çapkirin.
Diya Şiyar derbarê vê berhema xwe de ji K24ê re got: “Min xwe di temekî mezin de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kir. Ev berhema min a yekem e. 130 Helbest tê de hene.”
Helbestvan Diya Şiyar amaje bi wê yekê kir, naveroka helbestan bi gelemperî li ser civaka me ya kurdî ye û hestê dayik û jinê ye.”
Diya Şiyar diyar kir jî: “Min ji sala 2005an ve dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî kir. Tev ku ez dayikek xwedî mal û zarok bûm jî, lê min kar û xebata xwe berdewam kir û ta niha ranewestiyame.
Helbestvan Diya Şiyar li bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye û ji sala 2013an ve li Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê dimîne.
Helbesteke Diya Şiyar:
Armaca min î
Tu kulîlka li nav baxê Kurdistana min î
Șox û șenga cî û warê welatê min î
Surișt û deșt û çiya navnîșana min î
Raperîn û xebata ser hildana min î
Awaz û sitiranê ji nav kultûra dîroka min î
Li seyîrana deng dabû rengê buhara min î
Reqs û sema kêf xweșîya kur û keçê min î
Ezman xemilî ji șalûl û bilbila dixwînin li ser doza mafê min î
Ji kela dilê xwe re dikim fîxan ew armac û omîda min î
Ji min dûr e ji dest nayê ew hêsirê diherikin li ser riwê min î
Tu çîçek û nêrgiza li ber çava li ber bêhn û henasa min î
Navê te yê șêrîn û zimanê te yê rengîn ew nasnama min î
Kurdistana delal emê te rizgarkin ji destê nemerda tu gulîstana min î