Sunniyan namzedekî hevbeş ji bo Serokatiya Parlamentoya Iraqê destnîşan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên Sunne yên Iraqê li ser namzedekî hevbeş bo posta Serokatiya Parlamentoya Iraqê li hev kirin û bang lidarxistina civîneke parlamentoyê ji bo hilbijartina serokê nû kirin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de ku bi îmzeya serokên her sê firaksiyonên Sunneyan, Hevpeymaniya Azim, Partiya Siyada û Hevpeymaniya El-Hesim hatiye îmzekirin, tê de hatiye: “Em parlamenter Salim Meter El-Îsawî ji bo postê serokatiya Parlamentoya Iraqê destnîşan dikin, ji ber ku taybetmendiyên wî yên birêvebirina wê postê heye.”

Herwiha serokên firaksiyonên Sunneyan daxwaz kirin ku roja civîna bê ya parlamentoyê ji bo hilbijartina serokê nû were diyarkirin.

Roja 14ê Mijdara 2023an, Dadgeha Federalî endamtiya Mihemed Helbûsî di Parlamentoya Iraqê de bidawî anîbû û ji posta Serokê Parlamentoya Iraqê dûrxistibû.