Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn

Gora Mihemed Şêxo
Gora Mihemed Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ku bi stranên xwe her zindî ye, îro 9ê Adarê di 35emîn salvegera koça xwe de, ji aliyê xelk û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.

Îro 35 sal di ser koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, xwediyê stranên evînî û netewî re derbas dibin, her sal jî hejmarek ji kesayetî, rewşenbîr û hezkiriyên wî di vê rojê de serdana gora wî ya li Qamişlo dikin, baxên gulan datînin ser gora wî û wî bibîr tînin.

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948an li gundê Girbawî yê  Qamişloyê jidayîk bûye. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe.

Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, di salên xwe yê dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas kirin. Ji bandora wan nêzikî muzîkê bû û di sala 1969an de dest bi dengbêjiyê kiribû. Mihemed Şêxo li Başûr û Rojhilat jî xwedî xebatekî bû. Li Başûr tevlî pêşmergeyan bûbû.

Salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê terxan kir û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê stand. Di sala 1972an de bi hinek hevalên re Koma Serkeftin ya mûzîkê damezrand.

Mihemed Şêxo 1973an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Têkiliyê xwe bi hunermendê Kurdên ên din re xurt kir. Paşê çû Şamê û li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derxist. Lê li wir dewleta Sûriyê astengî jêre çêkirin  û gelek caran hate girtin.

Mihemed Şêxo careke din vegeriya Başûrê Kurdistanê û tevlî rêzên Pêşmerge bû, lê bi têkçûna serhildana Başûr ew ji bo Rojhilat hate sirgûnkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend sala mamostetiyê jî kir. Demek şûnda rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejimê hejmart û derheqê wî de biryara binçavkirinê da. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe da Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.

Mihemed Şêxo di 9ê Adara 1989an de çû li ser dilovaniya Xwedê. Di cenazeyê wî de jî zêdeyî ji 70 hezar kes beşdar bûbûn.