Li Hewlêrê pêşangeheke fotografî ji bo Sara Caferî tê vekirin

Li Hewlêrê pêşangeheke fotografî ji bo Sara Caferî tê vekirin
Li Hewlêrê pêşangeheke fotografî ji bo Sara Caferî tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî derbazbûna salekê li ser xweamadekirinê ji bo tevlîbûna di pirojeyekî hunerî de, hunermend Sara Caferî pêşangeheke kitekesî ya fotografî bi navnîşanê Newroza Rojhilatê li geleriya Medyayê ya bajarê Hewlêrê vedike.

Jiyana jinên Kurd û rolê wan ê taybet di çanda Kurdî û erf û edetên caran de di vê pêşangehê de reng veda.

Sara Caferî di derheqa wê pêşangehê de ji K24ê re ragehand, “Ev ji bo dema salekê ye ku ez mijûlî komkirina van wêneyên kêmpeyda û nimûne me, ku min di Newroza Rojhilatê Kurdistanê de girtine”. Herwesa got, “Min gelek hêvî dikir van wêneyan di derfetekê de li Başûrê Kurdistanê û Hewlêra paytext di pêşangehekê de berçav bikim”.

Sara Caferî amaje jî da, “Tiştê ku ez niha li vê parçeya Kurdistanê dibînim û min dilxweş dike serdana vî xelkê hunerdost e, ku bi dilgermî temaşeyî kar û berhemên min dikin”.

Navbiriyê herwesa got, “Li paşerojeke nêzîk ez dê xwe ji bo piroje û pêşangeheke din a hevpar amade bikim û dê gelek wêneyan berçav bikim, ku rolê jinan û kolberên westiyayî yên Kurd nîşan didin”.

Ev pêşangeh bi hevahengiya dezgeha medyayî ya Kurdistan Chronicle hat vekirin.

Sara Caferî ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û wekî fotografera dokûmentarî ji sala 2010ê ve karên xwe bi awayekî serbixwe dike. Hejî gotinê ye ku Sara Caferî berdewam wêneyên xwezaya Kurdistanê û çalakî û bûyerên neteweyî ji Kurdistan24ê re dişîne.

Sara Caferî
Wêneyekî Sara Caferî
Wêneyekî Sara Caferî