Tabloyên 14 hunermendan di pêşangeheke hevpar a Hewlêrê de hatin berçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî zincîreka çalakiyên hunerên şêwekarî û fotografî, geleriya Medyayê tabloyên rengîn ên 14 hunermendên şêwekarî di pêşangeheke hevpar de berçav kirin.

Hunermendên ku tevlî wê pêşangeha hunerî bûbûn bi tabloyên xwe yên rengîn rolê kesatiyên mezin ên Kurdan di bizava hunerî û rewşenbîrî û dîrokî ya Kurdî de berçav kirin.

Herwesa hejmareke tabloyên wê pêşangehê dastan û erf û edetên civakî yên gelê Kurd jî vedigêran.

Qerenî Cemîl wekî yek ji hunermendên diyar ên wê pêşangehê ji K24ê re got, “Merem ji vekirina pêşangeha me bwerçavkirina wê dahênana nû di karwanê me yê hunerî û warê şêwekarî de ye”.

Navbirî amaje jî da, “Her yek ji hunermendên ku tevlî vê pêşangehê bûne bi awayê xwe yê xweşik kesatiyên Kurdî û rewşenbîrî berçav kirine û bizav kiriye bi têkelkirina rengan dîroka wan kesatiyên mezin berçav bike, ku jiyê xwe pêşkêşî huner û çand û ferhenga kurdî kiriye”.