Efrîniyan li Kanadayê komeke Folklorî damezrandine
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê London Ontariyo yê Kanadayê, penaberên Efrînî komeke folklorî damezrandine ku dixwazin kultora kurdan nîşanî xelkê Kanadayê bidin, ew jî bi rêya lidarxistina aheng û çalakiyan. Endamekî komê ji K24 re dibêje, ew dixwazin zarokên wan ên ku li welatên derve jidayîk bûne jî kultora xwe nas bikin û ji bîr nekin.
Endamê Koma Efrîn Aslan ji K24ê re got: “Koma Efrîn sala 2023an hate damezirandin. Ev koma yekem e li Kanadayê. Armanca me ew e, em folklor û hunera xwe nîşanî xelkê bidin.”
Serokê Koma Efrîn Ferat dibêje: “Me xwast li vir reqsên xwe yên kurdî ji bîr nekin, ji bo zarokên me adet û kelepûra me nas bikin.”
Koma Efrîn bi ala kurdistanê û bi stranên neteweyî û fulklorî dîlan û govendên kurdî yên curbixur digerînin.
Endama Koma Efrîn Xedîce dibêje: “Me di sala 2023an de ev kom ava kir. Me hez kir ku em Kurd hemû bi hev re bin. Me navê komê kire Efrîn û dap û nerîtên xwe ji bîr nekin, em jî gelekî dilxweş in bi damezirandina vê komê.
Kurdên Efrînê yên li Kanadayê hêvî dikin ku rojek ji rojan bikarin vegerin Efrînê û ahengên xwe yên di nava xelkê xwe û li bajarê xwe pêşkêş bikin.