Amadekariyên komên folklorî li Rojavayê Kurdistanê ji Newrozê re

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya hatina Cejna Newrozê komên folklorî li bajarên cûda yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên xwe yên wekî Dîlan, sitran, şano û helbestan dikin. Lê sal li pey salê ew kom zehmetiyên aborî yên dabînkirina cilûberg û pêwîstiyên din dibînin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi nêzîkbûna cejna Newrozê re, komên folklorî amadekariyên xwe dikin, ta ku dîlan, stran û çalakiyên xwe yên cuda di roja Newrozê de pêşan bidin,

Rahênerê di Koma Xelat de Behroz Mela Ehmed dibêje: “Em wek Koma Xelat em amadekariyên xwe ji bo cejna Newrozê dikin. Armanca me ew e ku em çanda xwe biparêzin û nîşan xelkê bidin, lê em rastî gelek zehmetiyan dibin, ew jî ji ber rewşa aborî ye. Koma Xelat bi 3 beşan, govend, mûzîk û şano tê naskirin.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê di Koma Narîn de Ferhad Mihemed dibêje: “Ji dema damezirandina Koma Narîn di sala 1981ê de, em her tim dixwazin vê komê bipêş bixin, lê em rastî zehmetiyên aborî û hin caran yên ewlehiyê tên, lê tevî hem hewl didin berdewam bikin. Niha jî me heta ji sedî 90 amadekariyên xwe ji bo cejna Newrozê kirine.”

Her sal li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, ji Efrînê heta Dêrika Hemko ev amadekarî birêve diçin, berê ji ber hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyeyê komên folklorî di jêrzemîn û di jûrên biçûk de amadekariyên xwe dikirin, lê niha her çiqas hêza hikûmeta Sûriyeyê li navçeyên Kurdî lawaz e jî, lê desthilata Rêveberiya Xwesere gelek caran astengiyan ji komên ku nêzîkî ENKSê ne re çêdikin.