Basim Ewadî: Şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê ji ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê re ragihand, şandina pereyên mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî got: “Rawestandina şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ne rast e.”

Ewadî tekez kir, Wezareta Darayî ya Iraqê pabendî şandina pereyên mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Herwiha got jî: “Em pabend in ku mûçeyên meha Adarê yên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidin.”

Pêştir jî Wezîrê Darayî yê Iraqê Teyf Samî di civînekê ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de bersiva parlamenterên kurd dabû û gotibû, heta ku hesabên bankî çênebin, ti pere ji bo meha Adarê ji Herêma Kurdistanê re nayin şandin.

Biryarên Dadgeha Federal derbarê mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Li gor xalên 116 û 117 yên Destûra Iraqê; Divê di dabeşkirina dahatên giştî de wekhevî hebe û nabe stem li mûçexurên Herêma Kurdistanê bê kirin.

Divê her yek ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kar bikin ku mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê di dema xwe de werin dabeşkirin.

Divê her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê li gorî yasaya bûdceya giştî ya federalî tevbigerin ji bo dayîna maf û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.

Lê hikûmeta Iraqê di dayîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de, pabendî yasaya bûdce û biryarên dadgehê nebûye.