Li Diyarbekirê daxwazî li ser kincên Kurdî zêde bûne

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Kincên Kurdî di jiyana tev Kurdan de xwedî cihekî taybet in û di tevaya rojên şahî û xweşiyan de welatî berê xwe didin dikanên van kincan.

Li Diyarbekirê jî navçeya Sûrê navnîşana kincên Kurdî ye. Dikandar diyar dikin ku, hem ji herêmê û hem jî ji derveyê welêt gelek daxwazên ji bo Newrozê hene.

Jineke dikandar dibêje, “Beriya 2015an xwedîderkeftin zêde bû, lê niha zêdetir e. Coşeke mezin heye û xwestek gelek gelek zêde ne. Li gor sala borî jî, îsal zêdetir hene. Herwesa hilbijartin jî li pêşiya me hene, ji bo wê jî milet gelek van kincan dixwaze. Coşa Newrozê û ya hilbijartinan gelek peywendî pê ve heye”.

Ji kincên mêran heta yên jin û zarokan, awayên cuda cuda hatine bikaranîn û bi dehan awayên kincên Kurdî pêşkêşî welatiyan tên kirin. Welatiyên ku keftine nav kelecana Newrozê ji niha ve dest bi kirîna kincên Kurdî kiriye.

Jinek dibêje, “Newroz nêzîk dibe, em jî hatine ji xwe û zarokên xwe re li kincên Kurdî binêrin. Li vê derê çend awayên cuda cuda hene, tiştekî gelek xweş e û çanda me ye, lewma jî em gelek jê hez dikin”.

Mêrekî jî dibêje, “Newroz tê, em jî hatine ji xwe û zarokên xwe re li kincan binêrin. Ev erf û edetên me ne, em van kincan li xwe dikin û diçin Newrozê. Mêr, jin û zarok jî tên van kincan, xweş e”.

Rengîniya van kincên Kurdî nîşana rengîniya civaka Kurdan e. Bi hatina Newrozê re, peywendiya ji bo van kincan zêde bûye, lê daxwaza dikandaran ew e ku hinek din jî xwedî li vê qadê û vî pîşeyî derkevin.