Îran: Di 10 rojan de 664 kes di qezayên trafîkê de canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Polîsê Trafîkê Siyaweş Mohîbî ragihand, ji yekem roja Newroza îsal ve, herî kêm 664 kesan di bûyerên hatûçûnê de canê xwe jidest dane û 174 kes jî birîndar bûne.

Bi gotina Mohîbî, herî zêde bûyerên hatinûçûnê li parêzgehên Kirmanşa, Faris, Sîstan û Belûçistan, Îsfehan, Xorasan û Xuzistanê hatine tomarkirin.

Her wiha daxwaz ji xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku ji ber pêla geştyaran ku vedigerin, rêyên wan qerebalix dibin, ji ber wê pêwîst e demeke guncayî ji bo vegera xwe destnîşan bikin.

Amaje bi wê jî kir, “eger neçar bin, ew ê piraniya rêyên vegerê ji deverên geştyarî ber bi deverên din ve, bikin ya araste.”

Li gorî salnameya cejnên Îranê, di cejna Newrozê û sersala nû de, 13 roj li dibistan û saziyên hikûmetê betlaneyên fermî ne.