Amerîkayê hejmara bankê ya Îraqê daxist

Banka Navendî ya Îraqê
Banka Navendî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Metirsiyeke mezin li ser aborê Îraqê û taybet wê dahatê heye ya ku Hikûmeta Îraqê ji firotina petrolê bi dest dixe, ev di nivîsareke Banka Navendî de eşkere bûye ku ji bo Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê şandiye.

Nivîsarek roja Duşemê, 18ê Adara 2024ê, derkeftiye û ji aliyê Banka Navendî ve bo Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê hatiye şandin. Ew nivîsar girêdayî wê hejmara bankê ye ya ku Îraqê di Banka Federalî ya Amerîkayê de heye û dahata petrolê tê de kom dike ku bi dolarî ye, paştir jî li dû pêdivîtiyên xwe û li dû lihevkirina wê bi Amerîkayê re wî dolarî ji bo pirkirina xerciyên xwe bi kar tîne.

Di wê nivîsarê de, ku îmzaya Cîgirê Parêzgerê Banka Navendî Emar Xelef li ser heye, amaje hatiye dan ku Amerîkayê ew hejmar daxistiye ya ku heta niha dahata petrolê ya Îraqê tê de hatiye komkirin. Ew hejmar bi navê D.F.I bû, anku Sindoqa Geşepêdana Îraqê û ji sala 2023ê ve kar pê tê kirin û li jêr çavdêrî û parastina Neteweyên Yekgirtî û Amerîkayê ye.

Şarezayê Darayî û Bankan Kameran Qadir Yaqûb amaje da, “Metirsî di wê yekê de ye ku nemana wê hejmarê bi manaya wê yekê tê ku êdî dahata Îraqê di hejmara nû de ku bi navê Îraq Du ye wekî pêştir parastî nabe, heker hat û Amerîka bixwaze arêşeyan ji Îraqê re çê bike.

Di xala duyê ya wê nivîsarê de hin zanyarên nû hatine eşkerekirin ku amajeyê didin, Îraqê bi kompaniyeke Amerîkayî re peyman hebû ji bo veguhastina dolarên wê ji Amerîkayê bo Îraqê. Ew peyman bi awayekî bû ku Îraqê 441 hezar dolar wekî pereyê piştrastiyê daye wê kompaniyê û kirêya veguhastina her karwanekê dolarî jî 216 hezar û 310 dolar bû.