Li Qamişlo giraniya nirxan bandor li amadekariyên cejna Remezanê kiriye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo liv û tevger li bazara bajêr tê dîtin, lê xelk gazinan ji rewşê dikin û dibêjin, kêmbûna nirxê lîreyê Sûrî li hember dolar bandoreke neyînî li rewşa wan kiriye û ji ber giraniya nirxên kelûpelan, ew nikarin pêdviyên xwe bikirin.

Li bazara bajarê Qamişlo liv û tevgera xelkê beriya cejina Remezanê, heye, lê kirîn û firotin kêm e, bûhabûna nirxê kelûpelan, sedema sereke ya ye. Welatî dibêjin, nirxê kelûpelan giran e e û çavdêrî jî li bazaran tune ye.

Welatî Hecî Bavê Aras dibêje: “Tevgera bazarê tune ye. Pere li cem xelkê tune ye. Nirx giran in û çavdêrî jî tune ye, her kesek bi dilê xwe difiroşe. Xwedê alîkarê wan be.

Daketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerikî, bandor li nirxê cilan û kelûpelên bazarê kiriye. Firoşkar û bazirganên deverê dibêjin, giraniya heyî ne di destê wan de ye û bandor li wan jî kiriye.

Firoşkar Beşîr Haco: “Liv û tevgera bazar li ser xelkê me yê li Ewropayê dimîne, dema ew ji derve alîkariya malbatê xwe dişînin, hinekî bazar geş dibe. Bi gelemperî niha berî cejnê tevger baş e, lê nirxên kelûpelan gelekî giran in.”

Bazirgan Hekîm Bozo jî dibêje: “Nirx îsal gelekî giran in. Dolar kontrol bazarê dike.”

Ji sedî 90 ji xelkê Sûriyeyê di bin xêza hejariyê de dijîn ku nikarin pêdiviyên xwe yên sereke bidest bixin, ji ber wê gelek malbat ji kirîna kelûpelên cejinê bêpar mane. Tevger ku li bazarê dibe jî, jî bi alîkariya endamên malbatan yên li derve ne.