Nafi Ebdulla: Li şûna yekrêziyê, PYDê êrîşên xwe li ser ENKSê zêde kirine

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema dawî de, hejmarek endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hatin revandin. Serkirdeyên ENKSê dibêjin, ew ji aliyê çekdarên bi ser PYDê ve hatin revandin û ev kiryarên rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir dike.

Di çend rojên borî de, hejmarek alîgir û endamên partiyên di nava ENKSê de rastî girtin û revandinê hatine, bêyî ku sedem were naskirin û çarenivîsa wan were diyarkirin.

Li gorî ENKSê, çekdarên ser bi PYDê û Rêveberiya Xweser ve ji ber revandina endamên xwe berpirs in û ew kiryar rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafi Ebdulla got: “Di dema ku em û herêmên me din gef û metirsiyan de ye û binesaziya herêma me hatiye têkbirin, divê berûvajî vê rewşê yekrêziya me pêk bihata û yekhelwesiya navmala Kurdî çêbiba, lê em dibînin ku PYD û çekdarên wê êrîşên xwe li ser ENKS û partiyên wê zêde dikin.”

Ji ber ku gunehê girtiyan bi tenê ku endamên ENKSê ne yan jî di ragihandina ser bi wê de kar dikin, mafnas dibêjin, Rêveberiya Xweser yasayên xwe binpê dike û rêzgirtinê li peymana mafê mirovan ya navdewletî nagire.

Mafnas Ceger Silo dibêje: “Ev girtin tiştekî ne rewa ye, ji ber ku ti dadgehan ti muzekere derbarê wan de dernexistiye. Pêştir jî ev kes hatibûn girtin, lê ne hatibûn darizandin û ne tedbîrek di dermafê wan de hatine standin. Anku bi awayekî nerew hatin girtin û berdan.”

Li ser dirêjahiya salên desthelata Rêveberiya Xweser, bi dehan endam û alîgirên ENKSê hatine revandin û girtin, hin ji wan heya niha çarenivîsa wan ne diyar e wek Behzad Dorsin ku di sala 2012an de hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.