Kurdên nav Ak Partiyê: Divê Ak Partî polîtîkayên xwe ji ber çav derbas bike

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Dubendiya nava Ak Partiyê ya piştî hilbijartinên 31ê adarê derketiye holê her ku diçe kurtir dibe û kurdên nava Ak Partiyê de hem bertekên xwe aşkere dikin û hem jî pêşbînî dikin ku dê din ava Ak Partiyê de guherînên girîng ru bidin û dê tifaqa li gel MHPê jî bêhitr were nîqaşkirin.

Qeyrana mazbataya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêvajoyek nu ya siyasî jî bi xwe re anî ku ev yek xwe di nava Ak Partiyê de jî dide der. Kurdên nava Ak Partiyê balê dikêşin ku hem cara yekem e ku Ak Partî dibe partiya duyem û hem jî qeyrana mazbatayê bu sedem ku dubendiyek nava Ak Partiyê de rû bide û balê dikêşin ku divê AkPartî politikaya xwe ya hember kurdan ji ber çav derbas bike da ku bikaribe bi ser xwe ve were û xeletiyên hatine kirin dubare neke.

Endamê Rêveberiya Şaxa Diyarbekirê ya Ak Partiyê Mehmet Zekî Akkoç ji K24ê re got: “Hisabên biçûk ên nava Ak Partiyê bûn sedem ku Ak Partî paş bikeve. Divê Ak Partî hevalbendên xwe baş bineqîne ku navê MHPê derdikeve pêş. MHP bixweyîde jî divê Ak Partî bibîne ku welat ji tifaqa Cumhur girîngtir e.”

Kurdên ku di nava Ak Partiyê de siyasetê dikin piştî hilbijartinên 31ê Adarê bi dengeke bilindtir politikayên Ak Partiyê rexne dikin û balê dikêşin ku tifaqa cumhur nekariye bi ser bikeve û divê ev rewş baş were xwendin û divê sedemên zêdebuna dengên CHP baş werin lêkolînkirin.

Endamê Ak Partiyê Eyuphan Kaya dibêje: “Ak Partiyê şaşî û xeletîkirin û divê ev şaşî û xeletî werin dîtin da ku Ak Partî ser xwe ve were û meseleya kurdan de jî rewş wisa ye. Ma xeletiyên Ak partiye nebûna CHP dikarî evqas dengan bistîne? Gelek welatî neçun ser sendoqan jî û aciz bibûn.”

Lîberal û oldarên nav Ak Partiyê, herdû alî jî dibêjin sedema têkçuna AkPartiyê ne ew bû ku rikeberên AkPartiyê xurt bun, sedem ew bû ku Ak Partiyê pêvajoyek qels a bangeşiyê meşand û nekarî kurdan nêzîkî xwe bike.