Şirnex.. di operasiyonên li hemberî PKK/KCKê de 37 kes hatin binçavkirin
![Şirnex](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Apr-2024/1712650257171264239566666666.jpg)
Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku di operasiyonên li hemberî PKK/KCKê de 37 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve derbarê operasiyonên ku hatine kirin de wiha hat gotin; “Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, di lêkolînên Birêveberiya Polîsan a Şirnexê di navbera 01-07ê Nîsana 2024an de ji bo deşîfrekirina kiryar û çalakiyên PKK/KCKê a li navenda bajar û navçeyên Şirnexê; Derbarê 37 gumanbaran de tevdîrên hiqûqî hatin kirin; 21 şikbar piştî îfadeya wan a li midûriyeta polîsan hatin berdan, 15 kes jî sewkî dadgehê hatin kirin”.
Parêzgeriya Şirnexê amaje jî daye, “Ji wan 12 şikbar bi şertê kontirola edlî û qedexeya derketina derve hatin berdan, 3 şikbar jî hatin girtin û pêvajoya binçavkirina kesekî gumanbar jî dewam dike”.