Welatiyên Diyarbekirê: Divê şaredar xizmeteke baş û dilsoz bikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî serlêdanên nerazîbûnê yên namzedên partiyên siyasî hatin kirin û pêvajoya nerazîbûnê ya encamên hilbijartinên şaredariyan bi dawî bû, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî belgeyên karkirinê yên şaredaran tên dayîn. Piştî nerazîbûnên Ak Partiyê hatin redkirin, belgeyên hemû şaredariyên Diyarbekirê yên Dem Partiyê hatin dayîn.

Hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku bi rikeberiyeke tund derbas bûn; bi girtina mazbatayan gihîşt encamê. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku namzedên Dem Partiyê bûn, piştî hefteyekê ligel welatiyan mazbatayên xwe girtin û bi coşeke mezin ber bi avahiya şaredariyê ve çûn.

Hevserokê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê Adnan Orhan ji K24ê re got: “Di 8 salên dawî de jixwe tu xizmetek nehatiye kirin û welatiyan jî nedixwest ku qeyûman bibînin. A niha vîna gel vê berpirsiyariyê da me. Em ê jî ji vir û bi şûn ve xizmeta gelê xwe bikin. Ji bo gelê me hewcedarî bi kîjan xizmetê hebe, em ê bikin.”

Ligel Şaredariya Bajarê Mezin, 13 şaredariyên navçeyên Diyarbekirê yên ku ew jî aîdê Dem Partiyê bûn, mazbatayên xwe girtin da ku dest bi xizmeta bajêr û welatiyan bikin. Welatiyên ku di qonaxa dawî ya hilbijartinan de jî hevserokên şaredariyan bi tenê nehiştin, di pêvajoya nû de van daxwazan dikin.

Welatî Nesîm Gultekîn: “Hêviyeke gelek mezin heye lê herî zêde jî sekina Birêz Abdullah Zeydan (Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê) û sekina welatiyên Wanê, hêviyeke gelek mezin da xelkê Kurd û Kurdistanê. Em dibêjin bila bi xêr û xweşî be.”

Welatî: “Vîna me bû, me da Dem Partiyê, şaredarî ket destên me. Em dibêjin bila ji her kesî re bi awayekî adil xizmetê bikin. Nêrîna welatiyan a siyasî çi dibe bila bibe, divê xizmet û alîkarî wekî hev bê kirin.”

Dem Partiyê, di hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan de 85 şaredarî bi dest xistin. Piştî encamên teqez, dibe ku ev hejmar biguhere lê welatiyên ku li benda xizmeteke bi rêk û pêk in, ji rêveberiya nû dixwazin ku xwe ji welatiyan dûr nekin.