3 xwişkên koçber li peravên Yûnanê xeniqîn hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Deryayî yên Yûnanê ragihand, termên sê xwişkan li nêzîkî girava Chios ya Yûnanê hatin dîtin.

Termê hersê xwişkan ji aliyê dayîka wan ve hatin naskirin ku bi hejmareke koçberên din re, ji xeniqînê hatibû rizgarkirin.

Hêzên Deryayî yên Yûnanê di operasyonekê de karîn 19 koçberan ji xeniqînê rizgar bikin ku di nava wan de dayîka wan 3 keçan û 8 zarokên din jî hene.

Li gorî medyaya Yûnanê ragihand, îro çarşemê li nêzî girava Chios keştiyek ku 27 koçberên neqanûnî tê de bûn û piraniya wan Afgxanî bûn, noqî avê bû.

Lêbelê, Hêzên Deryayî yên Yûnanê ti zanyariyek li ser hejmara giştî ya rêwiyên di keştiyê de aşkere nekir, lê tenê got, hejmara koçberên ku ji peravên Tirkiyê ber bi Yûnanê ve hatine ne diyar e, lewma lêgerîna li windayîyan berdewam e.

Hikûmeta Yûnanê dibêje qeraxên Tirkiyeyê bi salan e bûye platformek ji bo qaçaxçîtiya koçberên neqanûnî ber bi giravên Yûnanê û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê ve. Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ji destpêka îsal ve zêdetirî 11 hezar û 300 koçber bi rêya deryayê xwe gihandine giravên Yûnanê.