Li Diyarbekirê pêşwaziya cejina Remezanê hat kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Cejina Remezanê, wekî hemû alema Îslamê, li Bakurê Kurdistanê jî bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Xelkê Diyarbekirê ji saetên sibehê ve pêşwaziya cejinê kir. Siyasetmedaran ji bo cejinê peyamên xwe parve kirin û zarok jî li kolanên Sûrê cejinê bi hevalên xwe re pîroz kir.

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, bi sedan sal in ji bo ayîn û îbadetên welatiyan mazûvaniyê dike. Di vê Cejina Remezanê de jî ji jin û zilaman ji her temenî welatî li mizgeftê civiyan û bi hev re nimêja cejinê eda kir. Siyasetmedarên Huda Parê ku cejina welatiyan pîroz kir, peyamên aştiya cîhanî dan û welatiyan jî cejina Remezanê li hemû bawermendan pîroz kir.

Serokê Huda Parê yê Diyarbekirê Zeynel Abîdîn Gulsever got: “Em vê cejinê jî xemgîn in lewra li cîhanê bi taybetî jî li Xezayê mirov tên qetilkirin. Daxwaza me ev e ku welatê me û 57 welatên Îslamê hene ku dest bihavêjin vê zilma Xezayê rakin. Ji ber vê em xemgîn in lê li aliyê din jî em vê cejinê li hemû welatiyên xwe pîroz dikin.”

Welatî: “Ya Rebî, me rojiya Remezanê girt, heke Xweda qebûl bike min jî rojî girt, rojî nazir bû û qediya çû. Cejina hemû welatiyan pîroz û mubarek be. Xweda hîdayetê bîne, ji qeda û belayê dûr bike.”

Piştî nimêja cejinê, welatiyan berê xwe da goristanan û cejina cangoriyên xwe pîroz kirin. Parlamenter û siyasetmedarên Dem Partî û pêkhateyên wê, ligel hevserokên hemû şaredariyên Diyarbekirê jî serdana gora siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin kir û wan jî peyamên aştiyê belav kir.

Her çiqas çend roj in sir û serma li Diyarbekirê bandorên xwe li kuçe û kolanan bike jî zarokên ku xwestin cejinê li gorî kevneşopiyan pîroz bikin, ligel hevalên xwe berê xwe dan kolanên Sûrê û bi dilekî xweş cejinê pîroz kir.

Zarok: “Em ji xwe re digerin. Em li cem hevalan civiyan, em ê biçin navenda dan û stendinê.”

Zarok: “Em sibehê rabûn, em ê biçin bi hevalên xwe re bigerin. Em ê biçin cejina pîrika xwe pîroz bikin û em ê biçin malên xwe.”

Cejina Remezanê, li Diyarbekirê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Ji zarokan heta mezinan daxwaza hemû welatiyan ew e ku ev cejin bibe sedema aştî û aramiyê û rojên xweş û geştir bi xwe re bîne.