Dadgeha Ercentînê Îranê wekî dewleteke terorist dide nasandin

Alayên Israîl û Îranê
Alayên Israîl û Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Ercentînê Îranê wekî dewleteke terorist dide nasandin û bi êrîşa li ser Balyozxaneya Israîlê li Boynis Ayrisê ya sala 1992ê tometbar dike.

Piştî zêdetirî 30 salan ji êrîşên li ser Balyozxaneya Israîlê li Boynis Ayrisê û navendeke cihûyan li Ercentînê, Dadgeha Ercentînê Îranê wekî dewleteke terorist dide nasandin û bi wê yekê tometbar dike ku li ser daxwaza Tehranê ew êrîş hatine kirin.

Dadgeha Ercentînê amaje jî daye, “Hizbulahê li ser daxwaza Îranê êrîşî ser Navenda Komeleya Hevpar a Israîlî û Ercentînî li Ercentînê kiriye”.

Li sala 1992ê di êrîşekê de li ser Balyozxaneya Israîlê li Boynis Ayrisê, 29 kes hatin kuştin. Du salan paştir barhilgireke bombekirî li Navenda Komeleya Hevpar a Israîlî û Ercentînî hat teqandin, di encamê de 85 kes hatin kuştin û 300 kesên din jî hatin birîndarkirin.