Berdevkê Artêşa Israîlê: Me ji sedê 99 êrîşên Îranê pûç kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Artêşa Israîlê radigehîne, “Em di dem û cihên guncayî de bersiva êrîşên Îranê didin”.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Em di dem û cihên guncayî de bersiva êrîşên Îranê didin”.

Berdevkê Artêşa Israîlê herwesa got, “Em ji çend aliyan ve di şerî de ne”.

Daniel Hagari ron jî kir, “Me bi rêjeya 99% êrîşên Îranê pûç kirine”.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê kariye 99% ya dron û moşekên Îranê biêxe berî ku bigehin nav Televîvê û bajarên din. Herwesa got, “Di verêja êrîşa Îranê de, kiçeke 10 salî li başûrê Israîlê hat birîndarkirin”.

Artêşa Pasdarên Îranê roja Şemiyê, 13ê Nîsana 2024ê, seet 11:00 ê şevê, bi rêya bi dehan moşek û dronên bombekirî dest bi êrîşa xwe ya li ser Israîlê kir. ew êrîşa Tehranê bersiva kuştina heft endamên artêşa Pasdaran bû ku, di êrîşeke Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê de hatin kuştin.

Artêşa Pasdarên Îranê jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, ew moşek û dronên di êrîşa li ser Israîlê de hatine bikaranîn ev bûn:

Moşekên Balistî yên Îmad

Moşekên Kirûz

Dronên bombekirî yên Şahid 136