Sûdanî û Austin tekezê li ser pêşxistina şiyanên hêzên Îraqê û Pêşmergeyan dikin

Îraq û Amerîka peymaneke 550 milyon dolarî di warê serbazî de îmza dikin
LIyod Austin û Mihemed Şiya Sûdanî
LIyod Austin û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî civîna Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li bingeha serekî ya Pentagonê, Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehandinek belav kir û tê de amaje da ku, Austin û Sûdanî tekez li ser berdewamiya alîkariyên ewlehiyê yên Amerîka û Îraqê ji bo şkandina DAIŞê kiriye û peymaneke kirîna çek û pêdivîtiyên serbazî bi bihayê 550 milyon dolaran îmza kiriye.

Li dû wê ragehandinê, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê di civîna xwe de behsa zêdekirina bizavên pêşxistina şiyanan û modernkirina hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Pêşmergeyan kiriye, ji bo vê yekê jî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê hejmareke xizmetkarî û rahênanan dabîn dike û ji aliyê darayî jî ve piştevaniyê dike.

Herwesa ji bo hêzên Îraqê û Pêşmergeyan jî, Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê korsên meşq û rahênanan vedike û xerciyên wan jî bi stûyê xwe ve digire. Herwesa tekez jî li ser parastina bingeh û berjewendiyên Amerîkayê li Îraqê tevî Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin.

Her di wê civînê de, Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê li ser peymaneke 550 milyon dolarî ya kirîna çek û pêdivîtiyên serbazî li hev kiriye ku bi rêya mîkanîzma CAPSê tê bicihanîn, yanî tevaya wî pereyî bi yek gojim nayê dan belkî Îraqê dê bi awayê qist wî pereyî bide Amerîkayê.