Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarekê di berjewendiya pîşekaran de derdixe

Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarê dide lêborîna 50% ji bo wan pîşekaran bike yên ku tenê yek çavkaniya dahatan heye.

Birêveberiya Giştî ya Bac û Avahiyên Hikûmetê îro (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) di giştandinekê de, ku ji bo tevaya birêveberiyên baca derametî hatiye arastekirin, amaje daye, “Li dû biryara Civata Wezîran/ Serokatiya Dîwanê, hejmar 245 li roja 27.03.2024ê, û rênimaya darayî ya hejmar 2 li sala 2024ê, bi merema alîkarîkirina wan pîşekaran ên ku yek çavkaniya dahatan a sinordar heye, piştî xwandina rewşa darayî ya pîşekaran ji  bo me diyar bû ku ew lîsta bi nivîsara me re ye, herwesa tevî hevrengên wan ji van pîşekeran in. Lewma divê karê pêdivî bê kirin, bi daşkandina xeminandina dahata wan a salane bi rêjeya 50% bi armanca sivikkirina barê wan ê giran ê darayî”.

Ev di demekê de ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Çarşemê, 27ê Adara 2024ê, çend biryar di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê de derxistin û amaje da ku, tevaya wezaretên peywendîdar ji bo bicihanîna wan biryaran raspartine, wekî:

Daşkandina pereyê li ser hev kombûyî yê karebayê bi rêjeya 20%

Daşkandina sizayên li ser hev kombûyî yên trafîkê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên anîna goştî bi rêjeya 50%

Daşkandina kirêya xwandina paralel li zanîngeh û peymangehên hikûmî bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên li ser hev kombûyî yên avê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên şaredariyê û xasma kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyê bi rjeya 20%

Lêborîna ji bo sizayê vemana bacê ji aliyê pîşwer, karker û hejaran ve.