Yellen: Amerîka dê sizayan li ser Îranê bisepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Xezîneya Amerîkayê aşkere kir, ji ber têkbirina ewlehiya navçeyê û gihandina ziyanê bi aboriya cîhanê û Rojhilata Navîn, Amerîka dê sizayên din bi ser Îranê de bisepîne.

Wezîra Xezîneya Amerîkayê Janet Yellen ragihand, rêveberiya Biden ji dema dest bi kar kiriye, ji ber piştgiriya Îranê ji komên Hûsî û milîsên Îraqî û Yemenê re, ceza li 500 kesan sepandine.

Yellen got: “Ji êrîşa dawiya hefteyê heta êrîşên Hûsiyan yên li Deryaya Sor, kiryarên Îranê îstiqrara herêmê tehdîd dike û dibe ku bibe sedema têkçûnê aboriyê.”

Yellen got: “Ez pêşbînî dikim, di rojên bê de sizayên zêdetir li ser Îranê bisepînin. Hemû bijarde li ser maseyê ne ji bo jinavbirina çavkaniya fînansekirina çalakiyên terorîstî yên Îranê.”

Amaje bi wê jî kir, Waşîngton dê bi amûrên aborî bi berdewam fişarê li ser Hamasê bike, lê di heman demê de got jî, Wezareta Xezîneyê tekez dike ku divê cezayên wê rêgiriyê li alîkariyên rizgarkirinê neke.