Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartin bi razîbûn û tevlîbûna tevaya aliyan tên kirin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di gera heştê ya Dîdara Silêmaniyê de li Zanîngeha Amerîkayî ya Silêmaniyê ragehand, “Pêdivî ye aliyên siyasî ji bo berjewendiya niştîmanî li hev bikin, wesa em dikarin hilbijartinan bi awayekî ron û dadperwerane bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 17ê Nîsana 2024ê) di gera heştê ya Dîdara Silêmaniyê de li Zanîngeha Amerîkayî ya Silêmaniyê ragehand, “Gelê Kurdistanê gelekî hevgirtî ye, pêdivî ye aliyên siyasî jî wekî gelê xwe ji bo berjewendiya niştîmanî li hev bikin, wesa em dikarin hilbijartinan bi awayekî ron û dadperwerane bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Hilbijartin bi razîbûn û tevlîbûna tevaya aliyan tên kirin. Hebûna Perlemana Kurdistanê li deverê ezmûneke gelek giring e, divê em wê biparêzin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatek piştî Enfal û kîmyabaranê ava kiriye, divê em tev piştevaniya wê bikin”.

Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Pêşmergeyên qehreman enfsaneya DAIŞê pûç kir û bûn sedema navdariyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê li cîhanê. Tevaya van tiştan hejî ne ku em geşbîn bin û bi zûtirîn dem di nav xwe de li hev bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03ê Adara 2024ê, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Li dû wê biryarê jî, hemî aliyên peywendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.