Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê komên folklorî xelat kirin

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê berdewam in û di çalakiyekê de, komên folklorî yên giringiyê didin çand û hunera Kurdî wan diparêzin xelat kirin. Endamên dezgehê jî dibêjin, çi alîkarî ji wan koman re pêwîst be, ew ê bikin ji bo ku di erkê xwe de berdewam bin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi heft komên komên folklorî yên hewla parastina çand û hunera Kurdî dikin re civiya û ew ji ber kar û çalakiyan wan ve xelat kirin.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Elî Ehmed ji K24ê re got: “Me wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê pêşwazî li 7 komên çand û hunerî kir, ji bo ku daxwaza wan bicih bînin. Ev komên folklorî û şahî û dawatan e. Em dixwazin xizmeta van koman bikin û me daxwazên wan ber çav wergirtine.”

Endamê Koma Agirî Omerê Bircê got: “Me cejna Newrozê kir û pîroz be li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û silav û rêz ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re.”

Endamê Koma Jîn Efrîn Mihemed Bilal Osman got: “Koma xizmeta çand û hunera kurdî bi gelemperî dike. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî em vexwandin û xwast ku alîkariya me bikin, ji ber ku zehmetî li Efrînê heye û wan jî xemsarî nekirine. Ji dema hatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Efrînê jî pêşketin di karên komên folklorî de hatiye dîtin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji erdheja Sibata 2023an ve li Efrînê ye û ji wê demê ve alîkariyên mirovî û di warên cuda de pêşkêşî xelkê Efrînê dike ku bûye cihê dilxweşiya xelkê herêmê.