Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazina Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê dicive, her du alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 18ê Nîsana 2024ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê Dadwer Ebas Ferhan Hesen û Endamê Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê Dadwer Amir Mûsa Mihemed kir.

Di wê civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser wan pêngavan li hev guhertin ên ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê avêtine, ew pêngav jî ku pêdivî ye bên avêtin pêxemetî gerentîkirina hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf û azad in.