Ekrem Imamoglu bi rêya ciwanekî Kurd spasiya gelên Ewropayê dike

qEkrem Imamoglu û Felah Hesen
qEkrem Imamoglu û Felah Hesen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê amajeyê dide ku gelê Kurd gelekî resen e û xwe wekî dostê gelê Kurd dizane.

Ciwanên Demokrat ên Ewropayê bi rêya Felah Hesen, ku ciwanekî Kurd e û Cîgirê Serokê Ciwanên Demokrat ên Ewropayê ye, peyameke pîrozkirinê ji Ekrem Imamoglu re şand, ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinên Civata Şaredariya Mezin a Stenbolê de. Ekrem Imamoglu jî bersiva wê peyamê da û spasiya gelên Ewropayê kir.

Cîgirê Serokê Ciwanên Demokrat ên Ewropayê Felah Hesen ji K24ê re ragehand, “Me bizav kiriye ku pira dostîniya Ekrem Imamoglu û Ciwanên Ewropayê çê bikin”.

Felah Hesen amaje jî da, “Di dema erdhejên Tirkiyeyê de, Imamoglo pîrozbahî li ciwanên Kurdistanê kir ku li ser astê welatên Ewropayê bi rêya siyasetê xizmeta mirovatiyê dikin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Ekrem Imamoglu pesna gelê Kurdistanê dike û gelê kurd wekî gelekî resen binav dike, herwesa navbirî xwe wekî dostê gelê Kurd dibîne”.