Awistiralya ji welatiyên xwe dixwaze ji Israîl û Filistînê derbikevin û Amerîka jî haydariyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Israîlê daxwazê ji karmendên xwe û malbatên wan dike ku livînên xwe li Israîlê sinordar bikin, herwesa Awistiralya jî daxwazê ji welatiyên xwe dike ku ji Israîl û Filistînê derbikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Israîlê îro (Înî, 19ê Nîsana 2024ê) daxwaz ji karmendên xwe û malbatên wan kir ku livînên xwe li Israîlê sinordar bikin, ev jî piştî bihîstina dengê wan teqînan hat ên ku serê sibeha îro li bajarê Esfehanê û çend deverên din ên Îranê hatine bihîstin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Israîlê di peyamekê de ragehand ku, karmendên balyozxaneya wan û malbatên wan geştê ji bo derveyê Televîvê û bajarên din ên Israîlê nekin.

Herwesa Wezareta Derve ya Awistiralyayê jî daxwaz ji welatiyên xwe kiriye ku ji Israîl û Filistînê derbikevin.

Wê wezaretê haydariyên tund dane ku mimkin e metirsiyên mezin ji ber bersivdanên serbazî yên Israîl û Îranê çê bibin.

Serê sibeha îro nûçeya êrîşkirina ser Îranê ji aliyê Israîlê ve li medyayên cîhanê belav bû, Televîvê jî ew zanyar piştrast kirine. Herwesa Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê jî dibêje, “Çi êrîşên moşek û dronan li ser Îranê nehatine kirin”.