Recep Tayyip Erdogan: Ez dê serdana Hewlêrê bikim

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê ji rojnamevanan re radigehîne, “Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, ez dê serdana Hewlêrê jî bikim”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Înî, 19ê Nîsana 2024ê) di dema temambûna nivêja Îniyê de ji rojnamevanan re ragehand, “Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, ez dê serdana Hewlêrê jî bikim”.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa got ku, piştî serdana 22ê vê mehê ji bo Bexdayê, dê serdana Hewlêrê jî bike û dê behsa arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bê kirin.

Pêştir jî Erdogan ragehandibû ku mimkin e serdana Hewlêrê bike lê vê carê amaje da wan teweran jî yên ku dê li Hewlêrê bên behskirin.

Navbirî eşkere jî kir ku serdana wî ji bo Bexda û Hewlêrê dê di rojekê de be.

Erdogan amaje jî da, “Me serdana xwe ya Îraqê ji bo piştî hilbijartinan danabû. Hilbijartin temam bûn, bi aneha Xudê em dê serdana xwe bikin”.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa ragehand, “Em dê li Hewlêrê behsa arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bikin, herwesa em dê danûstandinan li ser peywendiyên Tirkiye û Îraqê bikin ku ji hejmareke mijarên cuda cuda pêk hatine”.